Serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoca destweşî li hemû bizavên ji bona pêşkêşkirina berpirsyarên êrîşên bi çekên kêmyawî li Sûriyê bo dadgehê kir, herwiha li biryara Encûmena Asayîşê hejmar 2235 ya roniya kesk dide bo dirustkirina mêkanîzima lêkolînek hevbeş bo destnîşankirina berpirsên di ber bikaranîna çekên kêmyawî li Sûriyê.
Xoca tekez kir ku hêjî tawankar serbest in û rojane bi encamdana tawanên hovane li tevaya Sûriyê radibin, piştî du salan ji komkujiya Xûta Rojhilata Şamê li tebaxa 2013an ku têde bêhtir ji 1400 kesî hatin kuştin û bi hezaran kes birîndar bûn, ku ji wê gavê û heta niha zêdetir ji 120 êrîşên kêmyawî bi gaza kilorê li dijî sivîlên Sûriyê hatine encamdan.
Xoca amaje kir ku Pêwîstbû biryara 2235 ew rastî tekez kiriba ku berpirsên rêjîmê heman tawankarên rasteqîne ne tevî Bişar Esed jî, ku karîn û desthilat di destê wan de bû bi derxistina fermanên van êrîşan,û berî niha beşek ji çekên xwe radestî rêxistina qedexekirina çekên kêmyawî kirin li jêr fişaran û biryara Encûmena Asyîşê hejmar 2118.
Bal kişand ku pêwîst bû Encûmena Asayîşê û ligor biryara 2118 rêşûnên tundtir sepandibana li dijî rêjîma Esed û li jêr benda heftan ya soznameya Netewên Yekgirtî, hevdem ku bikaranîna berdewam ya çekên kêmyawî di çarçoveyekî tengtir de metirsiyek mezin e ji aliyê netimamkirina mercên deqa biryarê.
Li dawiyê Xoca tekez kir ku parastina sivîlan ji tawanên rêjîmê berpirsyaretiyek navdewletî ye, lewra ew bi hêvî ye mêkanîzma nû dawiyê li vê qonaxa xemgîn û êş û azarên gelê Sûriyê bîne nemaze di dema ku viyanek hebe bo vegerandina baweriyê bi bizavên Netewên Yekgirtî ji bona gihiştina çareseriyek Siyasî.
Jêder:Hevbendî