Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Uqab Yihya, berdewamiya rijêma Esed û piştgira wê ya Rûsî û milîsên Îranê di armanckirina Idlibê de, ya ku hişt bêtir ji 14 hezar malbatî ta doh ji gund û bajarokên xwe berbider û koçber bibin pirotesto kir.
Û Yihya got ku berdewamiya operasyonên leşkerî yên dijminkarî ji hêla rijêma Esed û Rûsiya, û berdewamiya bêdengiya navdewletî, dê bihêle rijêm zêdegavuyên helmeta xwe pirtir bike, û hişyarî derbarê metirsiyên bilindbûna hejmara panaberan da, ji encama berdewamiya bombebarana ku li dijî gundewarê Idlibê bi şêweyek rojane dibe.
Û Yihya daxwaz ji civaka navdewletî kir ku gavine piratîkî yên bilez bavêje, ji bo rawestandina dijminkariya li dijî Idlibbê dibe, û amaje bi giringiya bizaveke jidil kir, ji bo derxistina biryarên ku rijêmê û hevalbendên wê neçar bikin, ji bo rizgarkirina sivîlên li parêzgehê mane.
Û helmeta leşkerî ya rijêmê û hevalbendên wê ya vê dawiyê, ya ku ji destpêka heyva bûrî de dest pê kiriye ta dohî, hiştiye bêtir ji 14 186 malbat derbider bibe, anku 78112 kes, û li ser 86 gund û bajarokan û 21 kampan bên dabeşkirin, li gor dawîtirîn rapora hevrêzkarên bersivdanê li Sûriyê.
Û hevrêzkarên bersivdanê amaje kirin ku wan di dema helmeta leşkerî ya dawî de li ser gundewarê Idlibê, mirina bêtir ji 125 sivîlî ku 40 zarok di nav wan de hene, herweha bidehên birîndarên ku hin ji wan xwedan birînên giran in jî di nav wan de hene û di bin metirsiya mirinê de ne, tomar kirine.
Û Tora Sûrî ya Mafê Mirovan, di rapora xwe ya rolî de ya roja yekşemî derketibû gotibû, nekêmtir ji 277 sivîlan, 72 zarok û 32 jin di nav wan de hene, jiyana xwe li Sûriyê di heyva mijdara 2019 jidest dane, piraniya wan li ser destê rijêmê û piştgira wê ya Rûsî ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî