Doh dora 50 kesî di zincîreke teqînan de li Şamê, Tertûs, Hums û Hesekê jiyan xwe jidest dane, Rêkxistina DAIŞa terorist ev teqîn kirin stuyê xwe, beraber jî hin Rikberên Sûrî Rêjîma Esed tawanbar kirin ko ew li pişt wan Operasiyonan e, bi amanca xwe bide xuyakirin ko ew çaktirîn alternativ e.
Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Uqab Yihya, got ko Rêjîma Esed berê jî karên wê yên wek van di nav sivîlan de hene, hem jî piştgiriya komekên berpirsiyarên teqînan dike. Û bal kêşand ser ser rûdana binav û deng ya Wezîrê Libnanî Mîşêl Simahe, yê ko bidest hate girtin û gelek teqemenî di Turumbêla wî de hebûn bi fermana Rêjîma Esed û Elî Memlûk.
Yihya bêtir got ko Rêjîma Esed berî rûniştina Komela Giştî ya Netewên Yekbûyî di 21ê êlûnê de, ko rojek taybet ji bo gengeşekirina rewşa Sûriyê ye, hewil dide xwe wek qurbanî ji kirdeyên Daişê re diyar bike, hem jî dixwaze çavê Civaka Navdewletî ji ser xwe bizîvirîne û bide xuyakirin ko ew baştirîn alternatîv e ji bo danûstandinê digel wê bikin.
Berê jî dadgeha Libnanî du Efserên Ewlekariya Sûriyê wekû berpirsên teqîna Mizgefta Elteqwa û ya Selam li bajarê Terabilisê bakurê Libnanê tawanbar kiribûn, ko bû sedema kuştina bi dehên kesan.
Dadwer Alaa Elxetîb roja Înê 2 êlûnê, biryarek derxist, tê de navê du Efserên Sûrî yên plana operasiyona teqînan danîne û çavdêriya wan jî kirine anî ziman, ew jî Neqîb Mihemed Elî Elî yê Şaxa Filestîn ya Ewlekariya Sûriyê ye, û hem berpirsê Şaxa Ewlekariya Siyasî Nasir Ciwan tawanbar kirine.
Yihya gotina xwe wisa bidawî kir û got: “ev in ên ko hatine diyarkirin, û hêj yên veşirtî bi gelekî mezintir in, çimkî ev Rêjîm di kirdeyên tawankariyê de pispor e.”
Jêder: Hevbendî