Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Uqab Yihya, got ku biryara serokê Amerîkayê, Donald Trump, ya jinavbirina berztirîn sembolên tewankariyê li deverê gavaeke giring e, û tekezî li ser pêwîstiya berdewamî û temamkirina wan gavan kir, di riya dadgehkirineke dadane û sizakirina sembolên tewankariyê yên ku karên terorîstî yên coreyî dijî sivîlên Sûriya, Îraq, Libnan û Yemenê kirine.
Û yihya di daxwiyaniyin taybet de îro, Rêvebiriya Amerîka han da li ser berdewamkirina istiratîciya xwe ya cidî hember Îranê, bi armanca vegerandina hêminî û aramiyê bo tevaya dewletên ku milîsên îranî yên terrorist destwerdanê di wan de dikin.
Û tekezî li ser giringiya rêgirtina li pêşiya Îranê û rawestandina têwerdana wê di karûbarên dewletên cîranên wê de kir, û cext li ser giringiya derxistina tevaya milîsên Îranê ji Sûriyê kir.
Û bal kişand ser ku kuştina Silêmanî hêviya jinavçûna milîsên mezhebî li rex milyonên kesan li Sûiya, Libnan, Yemen û Îraqê peyda kir, û tekez kir ku ew tewankarekî cengê ye, û binpêkirinên mezin dijî sivîlan û yasya navdewletî û ya mirovahî pêk anîne.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe ya doh înê de, dîtibû ku kuştina Silêmanî bidawîbûna yekî ji berztirîn berpirsên dosyayên tewankariyê li Sûriyê û deverê bi giştî ye, û tekez kir ku rola wî tewerî bû di rewşa ku niha Sûriya gihiştiyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî