Zanîngeha Heleba Azad peymaneke hevbeşî, hevkarî û cêwîbûnê bi Zanîngeha Teramo ya Îtalî re di warên akademîk, zanistî û lêkolînî de îmze kir, weke gava yekem li ser rêya destpêkirina pêngavên danpêdana bi zanîngeha Helebê li herêmên rizgarkirî û pesendkirina sertîfîkayên ku ji hêla wê ve tên derxistin.
Ev yek hat piştî civîna şandeke zanîngeha Heleba Azad bi serokatiya Cîgirê Serokê Zanîngehê yê Karûbarê Rêvebirî û Karûbarên Xwendekaran Îmad Berq û Cîgirê Serokê Navenda Lêkolînan ya Zanîngehê Ebdula Hemeda, li gel şanda zanîngeha Teramo ya ku ji Cîgirê Serokê Zankoyê bo Karûbarên Yasayî û Rêvebirî Pietro Gargiulo û mamostaya felsefeya siyasî û Nûnera Serokê Zanîngehê ya taybetmend bi rêvebirina dosya cêwîbûnê bi zanîngeha Heleba Azad re Fiammita Ricci pêk dihat.
Di civînê de nûnerê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ehmed Bekûra, nûnerê Enstîtûya Dîplomasî ya Ewropî Basim Hetahit û rêvebera dezgeha Selam a Îtalî Sîmona Fernandes jî amade bûn.
Di civînê de hejmarek pêngav hatin destnîşankirin ji bo destpêkirina karê vekirina bernameyên akademî yên master û doktorayê li zanîngeha Heleba Azad di warên taybetmendiya zanistên çandinî û jîngehparêzî, çandiniya teknîkî û organîk, û zanistên siyasî de wek gava yekem, piştre karkirina ji bo vekirina bernameyên din ên taybetmendiya di warê zanistên aborî û zanistên peywendiyan, û her du zanîngeh dê vekirina bernameyên din jî vekolîn bikin da di demên tên de pêşde bibin.
Di civînê de danûstandinên kûr li ser polîtîkayên perwerdeyê, planên madeyên xwendinê û ezmûnan, hevsengkirina bawernameyên Zanîngeha Heleba Azad, mekanîzmaya hînkirinê di bernameyên ku dê bên vekirin de, û her wiha îmkana dayîna bûrsan ji xwendekaran re di bernameyên hatin gotûbêjkirin de.
Di dawiya civînê de şanda zanîngeha Helebê mertalên spasî û rêzgirtinê dan rêveberiya zanîngeha Teramo ya Îtalî, nûnerê komîteyên Ewropayê û rêveberê dezgeha Selam a Îtalî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî