Zanîngeha Helebê ya Azad derçûna koma yekemîn a xwendekarên kolîja pizîşkî ragihand, ew jî di ahingekê bi wê boneyê de li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê birêve çû, bi amadebûna Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî û Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebduletîf bû, her weha hejmark ji endamên herdû desteyên siyasî û giştî jî amade bûn.
Û di çalakiya derçûnê de Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li Gundewarê Helebê û Wezîra Perwerdehiyê, Huda Elebsî û Serokê Zanîngeha Helebê ya Azad D. Ehmed Bekar û Cîgirê Serokê Zanîngehê D. Ziya Qaliş û Pêşewayê Kolîja Aboriyê D. Ebdilezîz Eldixêm û Pêşewayê Kolîja Mafan D. Ebdilqadir Elşêx û Pêşewayê Kolîja Şerîetê D. Majid Elêwî û endamên desteya xwendinê li zanîngehê û xwediyên xwendekaran, amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştmanî D. Nesir Elherîrî, pîrozbahî bo xwendekarên derçûyî pêşkêş kirin, û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya riya hînkirinê li deverên rizgarkirî û bidestxistina bêhtir bawername û şarezayiyan bo avakirina tiştê ku bi dirêjiya salên bûrî rijêma Esed rûxandîye kir.
Û Elherîrî got ku derçûna vê komê ji xwendekaran di dema belavbûna bêtara korona de tiştekî pir girîng e, em derçûna wan xwendekaran pîroz dikin, û veguhastina wan bo meydanên kar, û hêviyên serkeftinê ji wan re dixwazin, û em bi hêvî ne ku ew ji bo hogir û xwediyên xwe li Sûriyê baş alîkar bin.
Û pêşewayê zankoya pizîşkî yê zanîngeha Helabê ya azad D. Cewad Ebû Heteb diyar kir, ku Hejmara koma yekemîn ya xwendekarên kolîja pizîşkî gihîşt 30 xwendekarên jin û mêr, û bal kişand ku xwendekarên derçûyî xwendina xwe ya şeş salan temam kirin, û tevaya qonaxên ezmûnên bîrdozî û yên piratîkî bi awayekî baş tevî koçberkirin û bombebaranê desras kirin.
û Ebû Heteb eşkere kir ku rêbazên ku xwendekar di kolîjê de dixwînin mîna rêbazên xwendinê yên zanêngehên Heleb û Şamê ne, û got ku yên bi rêvebiriya pirosesa fêrkirinê radibin mamosteyên ji hundir û derveyî Sûriyê ne, nemaze ji Emrîka û hin jê waneyan di riya entirnêtê re didin xwendekaran.
Û Ebû Heteb bal kişand ser ku xwendekarên derçûyî ezmûna niştimanî derbas kirin, û ezmûna wê jî hevkêşî ezmûnên zanîngehên din e, û got ku xwendekarên derçûyî dê xwendina xwe di cûrbecûr pisporiyan de bişobînin.
Û zanîngeha Helebê ya Azad ji bêhtir ji 18 kolîj û peymangehên pisporîyên cûrbecûr û şaxên wan pêk tê, û ew di sala 2015an de bi tevaya kadroyên xwe yên hejmara wan dighîne 480 mamosteyî hate damezrandin, û di nav de 25 ji yên bawernameya diktora bi wan re hene ne, û şaxên zanîngehê û baregehên wê di navbera idlib û gundewarê helebê de belavkirî ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî