Zarokekê Sûrî yê binavê Elmu’tez Bilah Ehmed El’elî mîdaliya bironz di qehremaniya karatê ya asta biçukan di pevçûnên tekane de di qehremaniya “Mermera” ya navdewletî de stand, bi çavdêriya komîteya Olompiyada Sûrî ya ku sala par ji aliyê Hevbendiya Niştimaniya Sûrî hatibû damezrandin.
Ev qehremanî li bajarê “Skariya” li Tirkiyê û bi beşdariya 1650 yarîzanan ji gelek regezan hat lidarxistin.
Serokê komîteyê Ehmed Ele’lî diyar kir ku karê komîteyê pêş dikeve, û niha kar ji bo dirustkirina tîmên Sûrî ji gelek astan dibe, ji bo di sercem qehremaniyên navdewletî de beşdar bibin.
Ele’lî balkişand ser ku komîta Olompiyadên Sûriyê amadekariyan dike ji bo tevlîkirina bi sedan yarîzanên behremend ji navçeyên rizgarkirî û ji derve û got ku “têkiliyên baş ligel wan hene ji bo mifawergirtin ji sercem şiyanên heyî û amadekirina wan ji bo paşerojê”.
Û komîta olompiyadê Sûriyê ji aliyê Hevbendiya Niştimanî hatiye dirustkirin bi armanca birêxistinkirina sercem desteyên werzêşî û werzêşvanên Sûrî li hindur û li derveyî Sûriyê, ji bo nûnertiya Sûriyê li ser astê werzêşî di qehremaniyên Erebî bû navdewletî de bike.
Hêjayê gotinê ye ku qehremanê Sûriyê Elmu’tez Bilah sê mêdaliyên din standibûn ji ber beşdariya wî di çend qehremaniyên din de, û vê carê jî mêdaliyek din stand.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî