Duhî di şer û pevçûnan de li bakurê rojavayê parêzgeha Der’a, Artêşa Azad 110 cengawerên alîgerên rêjîma Esed bi dîlî girtin, herwiha destkeftiyên Artêşa Azad 8 tank bûn û têkşikandina 4 tankên din.
Serokê berê yê Hevbendiyê û endamê desteya Siyasî Mihemed Qedah got ku îro li Der’a û bi şêweyekî rasterast û bi yekcarî pasdarên Iranê serpirştiya şer dikin bi serkirdayetiya Qasim Suleymanî, û diyar kir ku serbazên hatîn dîlkirin bi regez Libnanî û Iranî û Efxanî ne û ji hin regezên din in ku wê paşre regeznameyên wan bêne ragihandin.
Herwiha Qdeh balkişand ku li ser hemû Eniya başûr, enî hevgirtî ne, û moral berz û bilind in, û gelekî zehmet e ku hêzên Esed û hemû mêlîşeyayên alîgerên rêjîmê bikaribin derbasî wan eniyan bibin.
Ji aliyekê din ve, Qedeh rexneyên tund li rola Civaka Navdewletî girtin li hember tiştên Îro li Sûriyê dibin û çavgirtina Civaka navdewletî ji destêwerdana eşkere û berdewam ya Iran û Mêlîşyayên Hizublaha terorîst di karûbarê Sûriya de û piştgirîkirina rêjîma Esed bi çek û mal û can her ji destpêkirina Şoreşa Sûriyê ve.
Qedah da xuyakirin ku şervanên eniya başûr ji Civaka Navdewletî û ji Cîhanê re bi tevahî pabendbûn û pêgiriya xwe bi sozname û yasa û zagonên navdewletî û yên mirovî selimandin, dûrî hemû kar û kiryarên tundrewiyê yên rêxistinên terorîst, û balkişand ku ji niha û pêş de dîtir hîç bihaneyek ji bêkariya Civaka Navdewletî re nîne, derbarê piştgiriya Eniya başûr û xistina fişar û guvaşan li ser Iranê ji bo derketina ji Sûriyayê.
Jêder: Hevbendî