Encumena Islamî Sûrî doz li hemû Misilmanên cîhanê kir û bi taybet serkirdeyên welatên cîran bo destwerdaneke bilez ji bo parastina milletê Sûrî bi giştî û xelkên Xûta bi taybetî bikin.
Gelek bajar û bajarokên Xûta bi taybet bajarê Dûma ji hêla hêzên Esed dikevin bin êrîşên azmanî û topan, û herweha dorpêçkirina dijwar ku dever ji demek dirêj de di bin de ye û ev yek tibaba êşê mezin dike.
Encumen di daxuyaniyekê de duh ji civaka navdewletî û rêxistinên mafnasî û mirovahî xwest ku pirsyariya xwe ya sincî hilgrin, û destwerdanê bo rawestana van kuştarên hovane û qirkirina giştî bikin.
Ji têkoşerên li Xûta xwest ku yekdeng bin, û xwe bidin hev û şêwirê bikin dema ku biryayên giring distînin û hay ji berjewendiyan hebin, û di van rewşên dijwar de nêzî xwestekên gelerî bin.
Herweha Encumena Islamî di dawiya daxuyaniya xwe de ji milletê Sûrî ê di bin bobelatê de birîndar û gelek êş dîtiye xwest ku bêtir sebrê bikşînin, û got em destê we digrin û ji we re dibêjin serkeftin bi sebira yek se`etê tê.
Jêder: Hevbendî