Berevaniya Sivîl a Sûrî, got ku di encama bombebarana firokeyên Rusya de li ser kampa Ehil Seraqub ya koçberan, ya ku li derdora gundê Elhemame li gundewarê rojavayê Idlibê, îro sêşemê, pênc sivîl hatin kuştin, zarok di nav wan de hene, û nêzîkî şeş kesên din jî birîndar bûn.
Û Çalakvanan tekez kirin ku gurkirina leşkerî ya rijêma Esed û hevalbendên wê, rasterast sivîlan armanc dike, mîna bombebarana rojane ya ku bajarê Gezayê li ser destê Israîla dagîrker tê kirin.
Û êrîşên rijêma Esed yên bi mûşekan, berbanga îro sêşemê, li ser gundê Eltewame li gundewarê rojavayê Helebê, bû sedema tevgereke derbideriyê li nav xelkên sivîl ên gund li gel berdewamiya êrîşan.
Û tîmên Berevaniya Sivîl ya Sûrî, karîbû bighêje cihên ku bombebaranê armanca kirine, û tîman alîkariya hejmarek ji malbatên li gund kirin, da ku ji gund derkevin û ber bi cihên bêhtir ewle ve herin.
Û Berevaniya Sivîl tekez kir ku bombebaranê ziyan gihand dibistana Eltewame a Rojhilat, ji encama mûşeka ku bi ser hewşa dibistanê de ketiye, her wiha mûşekek li nîvê hewşa dibistana Mustefa Omer Mustefa ket.
Û Berevaniya Sivîl ya Sûrî, bal kişand ser ku bombebaranê ziyan gihand kampa Elqenatir ya koçberan, herweha ziyan gihişte xaniyên niştecihan û amûrên wan, û bal kişand ser ku ziyana ji encama êrîşên rijêmê û Rusya li ser dibistanan û navendên tenduristî û avahiyên jiyandariyê tirajîdiya sivîlan û rewşa nearamiyê ya ji salan de berdewam zêdetir dike.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, got ku rijêma Esed sûde ji nebûna vîna navdewletî bo kartêkerkirina mîkanîzmên yasayî yên dadpirsîn û sizayan de, û berdewamiya bikaranîna Rusya ji mafê VETO yê astengkirinê re di Encumena Ewlekariyê de wergirt, û pêkanîna komkujiyan dermafê sivîlan berdewam kir.
Û Hevbendiya Niştimanî, tekez kir ku rijêma Esed hîn li ser heman rêbaza tawankarî ye, ji ber ku baweriya wê bi ti proseyeke siyasî ya ku karibe daxwazên gelê Sûriyê pêk bîne tune ye, û xwe dispêre karên dijminkarî û rêbaza leşkerî û berdewamiya tundî û kuştin û serkutkirin û koçberkirinê, wek amûrekê bo çespandina desthilata xwe ya nerewa li Sûriyê, weke sizakirinê ji sivîlên ku daxwaza dadwerî û azadî û jiyana birûmet kirine re.
Û Hevbendiya Niştimanî, daxwza şermezarkirina tawana cengê ya ku rijêmê li dijî sivîlan pêk aniye ji Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî kir, û ku mîkanîzman ji bo vekirina dosya Sûriyê ya xetimî û piroseya siyasî ya bi sponseriya Netewên Yekbûyî re bibîne, û bi awayekî kartêker hewl bide ku veguhestina siyasî pêk bîne, û biryarên navdewletî yên derbarê Sûriyê, nemaze biryarên 2254 (2015) û 2118 (2013)cîbicî bibin, Ji bo bicihanîna daxwaz û hêviyên gelê Sûriyê, ta bigihêje dewleta dadmendî, azadî û demokrasiyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî