Êrîşên rijêma Esed û Rusya li ser deverên rizgarkirî berdewam in, û êrîş di kêmtir ji 24 katijmêran de, bûn sedema şehîdbûna du sivîlan û birîndarkirina 5 kesan, zarokekî law û yek keç û jinek di nav wan de hebûn, di armanckirinên rasteras de duh êvara sêşemê li ser wêstgeha ava vexwarinê li derdora gundê ‘Erî li rojavayê bajarê Idlibê.
Û Berevaniya Sivîl ya Sûrî got ku sê sivîl di nav de zarokek hebû ji encama bombebarana hêzên rijêmê û Rusya yê ku bajarokê Ihsim li Cebel Elzawiye başûrê Idlibê armanc kirine, birîndar bûn, û bombebarana rijêmê û Rusya bajarokê Kinsefra û derdora bajarokê Bilyon li heman deverê û bajarokê Ebzîmo li gundewarê Helebê armanc kirin, lê ti kuştin an birîndarbûn tomar nebûn.
Û sivîlekî dî jî birînar bû, ji encama bombebarana ku ji deverên di bin kontirola hêzên rijêmê û PYDe de, yên ku taxên nişteciyan û zeviyên çandiniyê li gundê Gezêwiyê li gundewarê Efrînê bakurê Helebê armanc kirine.
Tê zanîn ku êrîşên domdar ji hêla rijêma Esed û Rusya ve, di nav pilaneke rêbazkirî de tê, ya ku armanca wê ew e ku xelkê di rewşa nearamiyê de li bakur rojavayê Sûriyê bihêle, û rewşa tirs û sawê di nav wan de bisepîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî