Û malpera Siwêda24 anî ziman ku li kêlek komên ku berve meydana Elseyr a li nîvê bajêr çûne, û xwepêşandanek li bajarokê Erman li başûrê rojhilatê Siwêda derket, û xwepêşanderan têde pankart hildan û li ser hinan ji wan nivîsîbûn: Em Girtiyan Dixwazin, Azadî bo Girtiyan, Gel Daxwaza Ruxandina Rijêm Dike, Sûriya Yeke Cuda Nabe, Em daxwaza Cîbicîkirina Biryara 2254 Dikin.
Û xwepêşandanek li gundê Selîm li bakurê bajarê Siwêda derket, û xwepêşanderên ji gundê Sale rojhilatê Siwêda rêya sereke ya gund girtin, li gel berdewamiya mangirtina giştî di roja wê ya pêncan de.
Û xelkê gundê Elqireya îro pêncşemê beşek ji rêyan girtin, û li gundê ‘Era rojavayê Siwêda xwepêşanderan rê girtin, di dema berdewamiya girtina deriyên saziyên hikûmetê de, û xwepêşanderan îro rêya Şamê û Siwêda girtin, û rê dan tirombêlên veguhastina nexweşan û rewşên awarte ku derbas bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî