Çalakvanên xwecihî gotin ku xwepêşandanên gelêrî li bajarê Helebê derketin, û bidehan ji xelkên wan taxan têde beşdar bûn, li gel belavbûna hêz û amûrên rijêmê di nav wan taxan de.
Û çalakvanan gotin ku xwepêşandan duh êvara çarşemê li taxên di bin kontirola rijêmê de wek Elfirdos, Sukerî û Selah Eldîn derketin, û bal kişandin ser ku amûrên rijêmê zerîpoş bikar anîn ji bo ku xwepêşandana taxa Elfirdos li Helebê ji hev bixin.
Û taxên bajarê Helebê tevlî xwepêşandanên ku li herdû parêzgehên Siwêda û Deraa dibe, di roja wê a pêncemîn de li pey hev, ên ku xwepêşanderan têde daxwaza rûxandina rijêmê û koçkirina Beşar Esed kirine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî