Medyayên xwecihê yên curbecur, gotin ku hejmara penaxwazên Sûrî yên ku di Derya Sipî de noq bûne, di encama teqilbûna keştiya ku lê siwar bibûn de, roja Îna bûrî li hember peravên Lîbiya, gihîştiye 7 kesan.
Û piraniya alavên ragihandinê anîn ziman ku keştiyekê 75 koçber hilgirtibûn, Sûrî jî di nav wan de hebûn, ji peravên bajarê Ziwara yê Lîbiya berve peravên Îtalyayê diçûn, roja îna bûrî, 5 çirîya paşîn, bi rê ketibû, û ew keştî tenê kare rahêje 40 kesî, lê 75 kes lêkiribûn.
Û di herdû rojên bûrî de, hin rûpelên nûçeyan ên xwecihî li ser platformên medyaya civakî, nûçeyên noqbûna komek ji xortên Sûrî di deryaya Sipî de, dema wek penaxwaz berê xwe dabûn Ewropayê, belav kirin.
Û diyar kirin ku keştî nêzî peravên Lîbiya-Tûnisê piştî sê rojan ji birêketina wê noq bûye, û gelek kes têde fetisîn, 5 xortên Sûrî yên ji bajarê Kenaker li gundewarê Şamê di nav wan de hebûn, navên wan: Mus’eb Elmisrî, Îsam Cebel, Wîsam Uwêc, Mihemed Qestellawî, û Huzeyfe Berbûr, beriya ku ew jêder du xortên din ên Sûrî ji parêzgeha Der’ayê yên bi navê: Wîsam Ziyad Elcebawî û Wail Celem li lîsteya kesên noq bûne, zêde bikin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, dibîne ku rijêma Esed di ber koçberkirina Sûriyan û neçarkirina wan ku berê xwe bidin keştiyên mirinê de berpirsyar e, ji ber rêbaza wê ya serkutkirinê û binpêkirinên mafên mirovan ên bi berdewamî dermafê gelê Sûriyê pêk tîne, û girtin û îşkencekirina ku di zindanên xwe de ranewestandine.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku metirsiyên ku gelê Sûriyê xwe tavêjinê dema dixwazin penaber bibin, radeya nepêkaniya jiyanê di bin desthilata rijêma Esed, û rêbaza wê ya tawankarî û milîsên mezhebperest ên ser bi wê ve de nîşan dide, û derewbûna gotinên rijêmê ku deverên di bin kontirola wê de ewle bûne, piştrast dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî