Hêzên rijêma Esed û Rusya, careka dî bi topavêjan taxên nişteciyan li bajarokê Me’arit Elne’isan li gundewarê Idlibê armanc kirin, û di encamê de sivîlek birîndar bû, û ziyan gihişte malûmilkên xelkê.
Û çalakvanan gotin ku hêzên rijêmê û hevalbendê wê yê Rusî ne tenê malên gund û bajarokên deverên rizgarkirî bi topên giran û mûşekên arastekirî armanc dikin, lêbelê ta bi otombêlên rawestyayî û yên di wê derê re dibûrin jî armanc dikin.
Û Berevaniya Sivîl ya Sûrî tekez kir ku hêzên rijêma Esed duh sêşemê otombêlek yekî cotkarî bi du mûşekên arastekirî li devera çandiniyê ya di navbera bajarê Eletarib û gundê Kefer Noran de li gundewarê Helebê armanc kirin, lê bêyî ku ti ziyan bê tomarkirin.
Tê zanîn ku ev êrîşên dijminkarî li ser sivîlan, ji ber nebûna dadpirsînê û pêngavên cidî ji aliyê civaka navdewletî ve bo rawestandina van dijminkariyên li ser deverên rizgarkirî, neberdewam dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî