Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, got ku milîsên PYDe yên terrorist, keçkek biçûk ji gundekî ser bi bajarê Kobanê ve bi armanca leşkeriya neçar revand, û nehiştin ku pêwendiyan li gel xwedanên xwe bike, wek amadehî ji bo ku wê derbasî nav operasyonên leşkerî bikin.
Û Tora Mafnasî diyar kir ku endamin ji Ciwanên Şoreşger ên ser bi milîsên PYDe ve, ew zaroka bi navê Fereh Hesen Xellî ya ku di sala 2009an de jidayk bûye, ji pêşiya mala wê li gundê Elqenaya yê ser bi Kobanê ve li gundewarê parêzgeha Helebê di 7 vê heyvê de revand, û ew berve yek ji navendên rahînanê li parêzgeha Hesekê bi armanca leşkeriya kotekî birin.
Û Tora Mafnasî bal kişand ser ku kes ji xwediyên wê zarokê agahdar nebibû, û nehiştin ku ew pêwendiyan li gel xwedanên xwe bike, û destûra serdana wê jî nedan. Û Tota Mafnasî tirsa xwe ji xistina zaroka bi navê Fereh di nav karên leşkerî ên yekser an neyekser de anî ziman.
Û Tora Mafnasî tekez kir ku nêzîkî 271 zarokî, bo leşkerkirina neçar, hîn di baregehên ser bi milîsên PYDe ve de ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî