Endama Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Xuzame Elefîf, amaje bi wê yekê kir ku kiryarên berpirsên rijêma Esed li parêzgeha Siwêda van rojan, û fişarên wan dijî beşdarên di tevgera aştiyane de, di çarçoveya heman rêbaza wê ya berê ya tirsandina xwepêşanderan ji girtinê û birîna jêderê debara jiyana wan de ye.
Û Elefîf îro duşemê, di daxwiyaniyin taybet de, got ku bikaranîna rêjîmê ji rêbaza tirsandin û girtin û gefxwarina bi dûrxistina ji kar ji hêla karbidestên rijêma Esed ve li parêzgeha Siwêda, eger karmendên saziyên dewletê beşdariyê di xwepêşandanên ku ev zêdetir ji du heyvan e li parêzgehê lidar dikevin de berdewam bikin, nîşanek e ku hişmendiya ewlekarî û mîkanîzma serederiya rijêma Esed her wekî ya di destpêka şoreşê di sala 2011an de maye.
Û Elefîf got ku eger tevgera aştiyane li Siwêda metirsiyeke rasteqîn li ser rijêma Esed çênekiribûya, dê amûr û karbidestên saziyên wê dest bi armanckirina jêderê debara jiyana karmendan û gefxwarina bi birîna nanê zarokê wan nekiriba, da ku ew dest ji beşdarbûna di xwepêşandanên daxwaza guhertina siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî dikin de, berdin.
Û rêvebirê sektora tenduristiyê li Siwêda Tariq Elcemal, û rêveberê nexweşxaneya niştimanî ya bajêr Selam Etmet, gef li bijîşk û birînpêç û taqîkaran xwarin, ji ber ku cara yekemîn bû ku bi awayekî kartêker beşdarî di xwepêşandana qada Elkerame de îna bûrî kiribûn.
Tê zanîn ku di rojên vê dawiyê ji tevgera aştiyane li parêzgeha Siwêda de, karmendên ji saziyên tenduristî û perwerdeyê yên dewletê û sendîkayên curbecur, beşdarî di xwepêşandanên rojane yên li navenda meydana Elkerame de kirin, û daxwaza guhertina siyasî, bicîkirina biryara 2254 û pêkanîna azadî, rûmet û demokrasiyê kirin, di dema zêdebûna berdewam a hejmara beşdaran de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî