Pevçûnin tund li bajarokê Zakiye li gundewarê Şamê rûdan, piştî tawaneke ku ji aliyê endamên milîsên Firqeya çaran ya rijêma Esed ve, û têde xortek li bajarok hat kuştin, piştî ku hat tirsandin û gulebarankirin, û malbata wî nikaribû alîkariya wî bike.
Û ev bûyer bû sedema derketina pevçûnan di navbera xelkê bajarokê Zakiye û milîsên Firqeya çaran de, û di encamê de baregeheke milîsan hat şewitandin, û xelkê Zakiye tekez kirin ku pevçûn derketin holê piştî ku hejmarek ji binpêkirinan ji hêla hêzên Esed ve pêk hatin, û hejmarek ji bombebaranan û şewitandina dikanan li bajêr pêk anîne.
Û Binpêkirinên rijêma Esed bi riya destdirêjî li ser mal û milkên xelkê piştî tometbarkirina xwediyên wan bi tawanên serxte, her wiha kuştina sivîlan bi avêtina bombeyên terorîstî, an kuştina wan bi guleyên rasterast.
Hêjayî gotinê ye ku bajarokê Zekiye di nav deverên ku beşdarî di serhildana başûrê Sûriyê de li dijî rijêma Esed kiribûn bû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî