Tevgera aştiyane ya bajarê Siwêda kete heyva xwe ya duyemîn, û Meydana Elseyr/Elkerame bû platformeke vekirî ji azadî û demokrasiyê re.
Û îro duşemê li meydanê kombûneke nû ya xwepêşanderan pêk hat, û wêneyên nû li gel pankart û sloganên nû hildan, û li ser nivîsîbûn: “Siwêda rê nade bazirganî û derbasbûna keresteyên hişber di nav xaka xwe re” û “Daxwaza yekem cîbicîkirina biryara 2254 li gel sizakirina li ser hemû tawanên pêk hatine”.
Û Hin xwepêşanderan wêneyên pakrewan û girtiyan û kesên winda li bal rijêma Esed û dezgehên wê yên tepeserkirinê hilgirtin, û daxwaza berdana girtiyan û eşkerekirina çarenivîsa kesên winda kirin.
Û çalakvanên Siwêda dengê straneke nû ya bi navê: “Em naxwazin, naxwazin … Partiya Be’is a xiniz naxwazin,” bilind kirin, û stiran ji aliyê du xortên ji bajarokê Elgariya yê li başûrê Siwêda hate pêşkêşkirin, têde tekezî li ser redkirina rijêma Esed kirin û rûxandina wê xwestin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî