Komên xelkê yên ku di roja şeşemîn a xwepêşandanan de, ji gund û bajarokên parêzgeha Siwêda ber bi Meydana Elseyr/Kereme ya li nîvê bajarê Siwêda dihatin, gihiştin cihê xwepêşandanê, li gel berdewamiya xwepêşandanên gelêrî ên ku daxwaza koçkirina Beşar Esed dikin.
Û xwepêşanderan, îro roja înê, li qada Elseyr pankart bilind kirin ku li ser hinekan nivîsîbû: Em hemû girtiyan dixwazin, kurê min nakeve di bin destê kerê matematîkê, slogan gelek in û armanc yek e, gel rûxandina rijêmê dixwaze, piştgirîkirina maf erkekî sincî ye, azadî şertê rûmeta mirovahiyê ye, daxwaza me rûxandina rijêmê ye, ne guhertina hikûmetê ye.
Û girop ji bajarokên “Meleh” û “Arman” û gundên “Micadil” û “Elceneyne” û tevahiya giropên xelkê “Şehba” û “Elmezra” û gundên curbecur yên Siwêda gihîştin qada Elseryr/Elkerame ji bo beşdarbûna di xwepêşandana mezin de, di nava bangên daxwaza koçkirina Esed de.
Û duh li Idlib û Dêra Zorê û bajarê Helebê xwepêşandan hatin lidarxistin û hevxemî û rawestana xwe li kêleka xwepêşanderan li parêzgehên Dera û Siwêda anîn ziman.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî