Îro Înê xwepêşandanên mezin li Babê, Etarib û Mari’h yên gundewarê Helebê, û bajarokê Busra Elşam li gundewarê Deraa û kampa Rukban li herêma Eltenef li başûrê rojhilatê Sûriyê hatin lidarxistin, û beşdaran daxwaza rûxandina Esed kirin, û tekezî li ser piştgiriya xwe ji xelkê Dêra Zorê û xwepêşandanên başûrê Sûriyê re kirin.
Û Xwepêşanderan daxwazên xwe bo guhertina siyasî û barkirina rijêmê nû kirin, û di xwepêşandanên xwe de pankartên piştgiriya xelkê Siwêda bilind kirin, û tekezî li ser yekrêziya gelê Sûriyê kirin.
Û Xwepêşanderan îro li deverên Sûrî yên rizgarkirî pankartên piştgiriyê bilind kirin, ku li ser hinekan ji wan hatibû nivîsandin: (Dêra Zorê û Siwêda yên serbilind, em hemû bi we re ne. Gel dixwaze rijêm hilweşe. Êşa gelê Sûriyê yek e: Zordarî, xizanî û bêkarî ye. Bihara Sûrî bihara azadîya hemû Sûriyan e).
Hêjayî gotinê ye ku îro Înê, li meydana Elseyr/ Elkerame li bajarê Siwêda xwepêşandanek mezin derket, û xelkên curbicur deverên parêzgehê têde beşdar bûn, û xwepêşanderan daxwaza guhertina siyasî û barkirina rijêma Esed kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî