Bi dehan ji metingeran berve qada Elkerame li navenda bajarê Siwêda îro sêşemê çûn, da ku di roja xwepêşandanê ya hivdemîn li pey hev de, dest bi xwepêşandanên rojane yên xelkê bajar û gundan, ên ku daxwaza guhertina siyasî û barkirina rijêma Esed kirine bikin.
Û çalakvanan bal kişandin ser ku bajarokê Imtan li başûrê Siwêda duh duşemê derketin xwepêşandaneke mezin, û xelkê gundên Milih, Erman, Selxed, Qeysema, Elhiweya, Şinîre, Sema û Zîbîn beşdar bûn, û xwepêşanderan di bangên xwe de daxwaza barkirina serokê rijêmê û milîsên Îranî kirin.
Û Revendên Sûrî metingên nerazîbûnê li hejmarek ji curbicur dewlet û paytextên Ewropayê di çend rojên derbasbûyî de bi hevkariya li gel tevgera gelêrî li Deraa û Siwêda yên ku daxwaza guhertina siyasî kirine li dar xistin.
Û di rojên bûrî de xwepêşandan li Idlibê û Dêra Zorê û bajarê Helebê wek derbirîna piştgiriya xwepêşanderan li herdû parêzgehên Deraa û Siwêda derketin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî