Duhî roja pêncşemê di daxuyaniyeke rojnamevanî de, wezîrê bergeriya Emerîka Tişak Hagil ragihand ku rêxistina DAIŞ gefeke li ser berjewendiyên Amereîka, li Êraq û li her deverê û got ku “hîn me DAIŞ bi temamî nas nekirye, û pêdivî ye bo her tiştî em amade bin”. û da zanîn ku “DAIŞ cida ye ji rêxistinên din yên terorist, û herwiha pêşketina şehrezaya serbazî û aydyolojî bi hev re girê dide û bi başî tête perepêdan “. û ji aliyekî dîtir û di kongirekî rojnamevanî de, Cenral Martîn Dîmbisî, serokê erkanê desteya hevbeş yên supayên Emerîkî got heger şiyanên DAIŞ hebin di avakirina ” Elxilafa” de, wê “guhertinên bingehîn li Rojhilata Navîn rû bidin û wê rewşeka ewlekarî nû encam bide û bi gelek riyan wê gefan li me bikin”. û herwiha got ku ” em dikarin DAIŞ kontrol bikin û paşî jinavê bibin, lê pêdivî ye em êrîşî DAIŞ bikin li Sûriya û li Êraqê “. û amaje kir ku” pêdivî ye êrîş li ser herdu aliyên sînor di navbera Êraq û Sûriya de bên kirin û dazanîn ku îro ew sînor nema ye”.
Jêder: Elheyat