Îro; wezîrê derve yê Misrê Samih Şukrî dest bi serdana Erbestana Si´ûdî kir, ji bo pişkdariyê di kombûneke wezarî ya navika dewletên Erebî de bike, ku ji Misrê û Si´ûdiyê û Ordin û Qeter û Mîrnişînên Erebî pêktê, û tê zanîn ku ev herşeş welat anku (Navika Erebî), endamin di giropa navdewletî ya dostên Sûriyê de, û ev kombûn ji bo gengeşekirina rewşa Sûriyê ku Si´ûdiyê mêhvandariya wê dike û hevdem hat digel xerabûna rewşa deverê û zêdebûna hebûn û pêgeha rêxistina DAIŞ ya terorist di Êraq û Sûriyê de. û li gor hin çavkaniyên ragihandinê ku armanc ji vê kombûna wezarî ewe dîtina rêkên vegerandina ewlehî û seqamgêriyê bo Sûriyê û vegerandina welatiyên Sûrî yên penaber bo Sûriya û piştî pêkanîna xwestek û daxwazên gelê Sûrî yên rewa û dabînkirina helûmercên baş bo rûbirûbûna terorê ya bûye diyardeyeke tirsnak û gefan li ewlekarî û seqamgeriya deverê dike bi rengekî kesnedî,
Jêder: Elehram