Daiş bi ew çekên giran yên ji 7 pêlûkên artêşa Îraqê sitendine vaye li dergehê herêma kurdistanê dixe , û ji ber vekêşana hêzên pêşmerge bi tektîkeke leşkerî ji cihên xwe , Daiş derbasî xaka herêmê bû. Ev li gorî ragihandina serkirdeyekî pêşmergan bi navê Selah Feylî yê tekez kir ku ” piştî çekên giran gihan me, bakurê şengalê niha di bin kontrola pêşmergan de ye”.
Li gor agahiyan Daiş wek rêxistineke terorîst bi çekên giran ji zêdeyî cihekî derbas bû, li gund û deverên kurdan xist di kateke nepêşbînkirî ji alî hêzên pêşmergan ve ,
Ji aliyekî din ve hêzên YPG ragihandin ku ew wek hêzeke kurd piştgiriya pêşmergan dikin di şerê wan û Daiş de û wê parastina welatiyên Şingal û Laleş û gundên herêmê bikin.
Di heman demê de Cebar Yawer Emîndarê GiştÎ yê pêşmergan got ku ” tu agahî li cem me tunene ku YPG beşdariya şer dikin, û agahiyên derdikevin ji malper û tilfizyonan ser pêşmergan qet ne rastin û em aliyê fermî ne ji bo pêwendiyan bi raya giştî re bikin û agahiyan ragihînin.
Jêder: Hevbendî