Duhî, careka dîtir Encûmena Ewlekariya Navdewletî daxwaza serbestberdana bê merc ya serbazên Vêjî kir, û desteserkirina wan ” ji aliyê girûpekî ku binav kir bi Terorîst” şermezar kir, her wek têzanîn ku yek ji daxwazê ” Aniya Elnisra” bo azadkirina serbazên navborî, ewe ku navê wê rakin ji lîsteya terorê ya Netewên yekgirtî. herwiha ku duhî Encûmenê û di Civîneka nehînî de li raporta Îrfiya Ladsos rêveberê beşê oparesyonên aştî parêz yê Netewên yekgirtî guhdarî kir, û piştre daxuyaniyek bi kodengî hate derxistin û hat xwendin ji bal balyoza Emerîkî di Netewên yekgirtî de ku ya serpirştiya Encûmenê dike di maweyê meha niha de. ku daxuyaniyê bi xurtayî balkişand li ser ” pêwîstiya serbestberdana Serbazên Andof bi lez û yekser û bê merc”, û daxwaz ji ” hemû aliyan kir ku bi yekcarî hevkariyê bikin ligel hêza Andof û rêzê bigirin li siyanet û desthilata wê û ewlehiya wê biparêzin”. û herwiha heman daxuyaniyê bi pêdivî dazanîn ku :” pêwîste baregehên Andofê ji çekdaran bêne valakirin û serbazên wê bêne serbest berdan û alavên wan bêne vegerandin”. û tekezî li ser pêwîstiya encamdana erkên wan kir bi azadî û bê xistina astengiyan li pêş karên wan. û Ladsos diyar kir ku ” hewl û bizav berdewamin bo serbestkirina Serbazên Vêjî, û got ku: li heman dem de em kar dikin bo xurtkirina binemayên pevçûnan û dabînkirina rêşûnên mokomtir bo parastina giyanê serbazên Aştîparêz, ku ewjî bi kêmkirina hijmara lêgerînan û girtina hin baregehan ne bi rengekî demkî”. û li ser rewşa meydanî Ladsos got ku :” li heftiya bûrî, hijmareka zaf ji çekdaran dest bi oparesyonên leşkerî kirin li Navçeya navbir û hin baregeh û hêlên karê me kontrol kirin û 45 serbazên Vêjî desteserkirin û hîn jî nehatine berdan”. hêjayî gotinê ye ku Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê di daxuyaniyekî de ev kiryar şermezar kir ” kiryara desteserkirina hatî kirin di derheq 43 serbazên Aştîparêz (Andof) yên Netewên yekgirtî, ya li duhî rûdayî, piştî pevçûnên qewimîn li nêzî derwazê Qonêtira yê Sinorî ligel Colana dagîrkirî. û daxwaz kir :” bi parastina giyanê hemû desteserkiryan û serbestberdana wan bê qeyd û bê merc û yekser”. û dupat kir ku ev kiryar û ev reftar nagihejin sinç û reweştên şoreşvanan û naguncin ligel piransîpên wan.
Jêder: Elheyat+ Hevbendî