Îro Hikûmeta japonê ragihand ku ew lêkolînê di hin zanyariyan de dikin yên duhî gihane destê wan derbarê rûdana revendina hemwelatiyekî japonî li bajarê Helebê li ser destê rêxistina DAIŞê.
cêgirê wezîrê derve yê japonê Akîtaka Sayikî ji rojnamevanan re got: “Em hemî zaniyarên ko gihane me vedwejêrin”, û tekez kir ku dezgehên deshilata japonê hewl didin saxî û selametiya hemwelatiyê revandî dabîn bikin tevlî tevliheviya dijwar ya di Sûriya de. û daxuya kirin ku wezareta derve tîmeka kar ya taybet destnîşan kiriye û ji balyozxana japonê li Urdinê xwestiye ko lêpirsîn û lêkolînan li ser evê dozê bike, û tekez kir ku heta niha hîç daxwaz ji wezareta derve nehatine kirin.
Hêjay gotinê ye ko îro di demeke pêş de di parçeyeka Vidiyokî de li ser Enternêtê – tê guman kirin ko rêxistina Daiş kişandiye- têde zilamek derdikeve û dibêje ez ji Japonê me û navê min Harûn yokawa ye , û bi karê wênegirî radibe li tenişt karê xweyê pîşeyî ko ew bi xwe textor û rojnemevan e.
Jêder: Hevbendî +Ajansa dangubasên Kiwêt.