Doh pêncşemê Koçka Spî tekez kir ko: “ji bo biçekirin û rahênana Artêşa Sûrî ya Azad, Baştir e ku em erêkirina Kongiris bi dest bêxin” di projeyê biryarekê de taybet bi daraya desthilatê ku niha gengeşe dibe,
Di kongirekî Rojnamevanî de berdevkê Koçka Spî Coş Irnist got: “Biryara ku tê gengeşe kirin wê navgîna herî lezgîn be ji bo bidestxistina erêkirin û piştgiriyê” bêtir got: “Navgîna herî hêsan da em mijarê pêk bînin ku em wê tevli biryara ko tê gotûbêjkirin bikin.”
Û tê gotin ko Serokê Emerîka Barak Obama berê ragihandibû ko ew amade ye cengeke “tund” li dijî Rêkxistina Daişê bike, û di wê cengê de wê êrîşên asmanî li ser Daişê li Sûriyê jî hebin, her weha zêdekirina piştgiriya Artêşa Azad .
Jêder: Elheyat