Îro Erebistana Si̕ ûdî mêvandariya civîneke ji wezîrên karê derve yê pênc welatên Ereban ji girûpa hevalên Sûriyayê li bajarê Cedayê bo guftugokirina awayên gihiştina çareseriyek siyasî ji bo rewşa Sûriyayê ya niha kir.
Daxuyaniyekê ji wezareta karê derve ya Mesrî duh got: ” Civîna Cedayê wê awayên gihiştina çareseriyek siyasî ji bo rewşa Sûriyayê gengeşe bike”. Daxuyaniyê berdewam kir ku:” wê wezîrê karê derve yê Misrê Samih Şukrî serdana Erebistana Si̕ ûdî ji bo beşdariya civînek wezarî li kêleka Misr, Erebistana Si̕ ûdî, Urdin, Qeter, û Imarat bike”.
Daxuyaniyê zêde kir:” Ev civîn di çarçoveya têkçûna rewşa herêma Rojhilata Erebî, û geşbûna şepolên tundrew û rêxistina Daişê li Iraq û Sûriyayê, ev yek ji her demê bêtir pêwistiya gera li çareseriyeke siayasî ji kirêza Sûriyayê li ser me ferz dike ku aramiyê vegerîne welatê Sûriyayê, xellkê di bin darê zorê de koçber bûne û azar kişandine vegerîne welatên wan, di heman demê de pêkanîna hêviyên miletê Sûriyayê û nerînên wî yên rewa bi cî bîne”.