Berêz Miheydîn Benana wezîrê perwerde û fêrkirinê di Hikûmeta Demkî ya Sûriya de tekezî li ser “pêwîstiye berhênana pêwendiyên dostane yên di navbera gelê Sûrî û gelê Okranî de ji bo hevkariyek tekûz di navbera herdu milatan de di warê perwerde û fêrkirinê de”. û ev axaftin hatin di dema hevdîtina wî digel qonsilgerê Okraniya li Stembolê berêz Viladîmêr Yakomînko, û hevdîtin hat bestin bi armanca ku Okraniya danpêdanê bi bawernameya Navenciya Sûrî (Bekeloriya) bike ya ji bal wezerta navborî hatiye pejirandin, herwiha hin mijarên din di wê hevdîtinê de hatin behskirin, bi amadebûna Dr. Ferhad Şêx Bekir rawêjkarê wezareta navborî. di wê hevdîtinê de wezîrê navhatî balkişand li ser ketwarê kambax û xirab yê xwendinê di Sûriya de, ku rêjîmê bêhtirî ji 3.5 milyon Şagirt bêpar kirine ji xwendinê bi sedema koçberîkirinê û gulebaran kirina dibîstanan, û herwiha hewla çakirina hin dîbîstanê ziyan lêbûyî û piştgiriya pirosêsa perwerdeyê hatin gotubêj kirin, ku heta bi rêka saziyên civaka Sivîl ev kar bên encamdan, û Benana ji Qonsilxaneya Okraniya xwest ku alîkariya xwendekarên Sûrî bike û bexşaneyên xwendinê bo xwendekarên Sûrî dabîn bike di zanîngehên Okraniya de, ji aliyê xwe ve berêz Yakomînko amaje kir bi “rewşa siyasî ya Okraniya têre derbasdibe, ku heta radeyeke mezin pirojeyên alîkariyên çavrêkirî bo gelê Sûriyê hatin ji kar xistin, tevlî berdewamiya Okraniya di piştgiriya hin pirojeyên perwerdeyî yên biçûk de”.
Jêder: Hikûmeta demkî