Îro bernameyê xwarinê yê Cîhanî yê ser bi Netewên yekgirtî ve ragihand; “ku di heyva Tebaxê de parên alîkariyên xwarinê gihiştin bo 4,1 milyon kesî di Sûrya de, ku ev mezintirîn hejmar e piştî derbasbûna hijmareke zêde ji karwanên alîkariyan li nav hêlên şer bi rêka sinorê Sûriyê bi Tirkiyê û Erdinê re”. û Mihened Hadî hevrêzkarê tengaviyan yê herêmî yê taybet bi Sûriya di daxuyaniyekê de got:” li her roj pirogramê xwarinê dikare alîkariyan û xwarinê bigihîne hijmarek mezin ji mirovanên pêwîstedar yên ku piraniya wan bi mehan birçî mane”. û di heman daxuyaniyê de hatiye ku:”di qonaxa 6 heftiyên bûrî de pirogramê xwarina cîhanî û ajansên hevpişk karîne derbasî hêlên şer bibin û bigihên bêhtir ji 580 hezar kesî, ku çar caran zêdetir e ji 6 heftiyên pêstir, ku gehişt bûn bo137 hezar kesî.
(Jêder: Royterz)