Netewên Yekbûyî yekemîn Karwanê alîkariyên Mirovî şandin,piştî heftiyekê ji biryardana Netewên Yekbûyî ko Alîkariyên Mirovî bigihînin Herêmên di bin destê Artêşa Azad de bê erêkirina Rêjîmê.
Karwan roja pêncşembê di sînorê Tirkiyê re derbasî Sûriyê bû ew, neh Kamyon bûn, bi keresteyên xwarinê û alavên pakkirina avê barkirî bûn, û Netewên Yekbûyî da xuyakirin: ko “Kamyonên ko bi Alîkariyan barkirî ne derbasî Bakurê Sûriyê bûn di Buhêrka Bab Alselam li ser sînorê Tirkiyê, û Kamyonên Alîkariyê heta bighên bajarên ko biçinê hinek dem ji wan re divê.”
Hêjayî gotinê ye, 10.8 milyon Sûrî hewcedarên alîkariyan in, piştî sê salan ji şer li gora Netewên Yekbûyî, û 90% ji alîkariyên ko Netewên Yekbûyî pêşkêş dikirin diçûn Herêmên ko di bin destê Rêjîma Alesed de mane.
Jêder: BBC