Biryar heye ko serokê Emerîka Barak Obama plana xwe “Destpêka hin êrîşan” li ser Daişa tirorist, Çarşemba dahatî ragihîne.
Di evê sebaretê de dê sibe Obama dê digel serkirdeyên kongirisê bicive,û wê kar bike ku piştgiriya Stratîciya wî bikin li himber kombendên tundrew yên ko dest danîne ser Sûriya û Îraqê da êrîşî ser wan bikin.
Herweha Obama ji bo şandina hêzên Emerîkî yên li bejê şer li Sûriya û Iraqê bikin ragihand ko tiştekî wisa nîn e û got “Ev ne wek cenga Îraqê ye.”
Hevalbendiya ko heftiya çûyî çê kirin di civîna hevpeymana Etlesî li Wilz ev destnîşan kir.
Bêtir got ko ev wê wek “ Êrîşên me yên li ser tiroristan yên ko ev di şeş-heft salên çûyî de, em wan dikin ji bo têkbirina tîroristiyê”. Berdewam kir “Em ê parek ji hevpeymaneke navnetewî bin û emê êrîşên asmanî bibin ser wan da em piştgiriya Hêzên Îraqî û Hêzên Kurdî yên li ser xakê bikin.”
Obama got: “Em ê karînên wan bi rêkxistinî kêm û kurt bikin, û em ê xaka ko serdestiyê lê dikin kêm û kurt bikin, û di encamê de emê wan têk bibin” Obama di hevpeyivîna xwe de negot gelo wê êrîşên asmanî li Sûriyê erê bike.
Berdewam kir: “Stratîciyet li Sûriya û Îraqê heman ewe em ê bipey Endamên Rêkxistina “Daiş” kevin û darayiya pitşgiriya wan jî dike bişopînin.Eger li kû bin jî, emê bighên wan.”
Jêder: Hevbendî