Artêşa Fîlîpînî ragihand ko bidehan endamên Hêzên Parastina Aştiyê yên Fîlîpînî çavdêriya sînor û agirbesta di navbera Colana dagîrkirî û Sûriyê de dikin. Û ji şevê din de 43 leşkerên me hatine girtin li ser destê “Aniya Elnesra” piştî şerê wan yê dijwar bi hêzên Esed re.
Herweha got heta nuha tu teqîn di navbera leşkerên me û wan de çê nebûye lê em ji bo şer amade ne.
Dewam kir “Em dikarin çekên xwe bikar bînin da em bervedêriya cîgehên Netewên Yekbûyî bikin.”
Dewam kir “Em dikarin çekên xwe bikar bînin da em bervedêriya cîgehên Netewên Yekbûyî bikin.”
Û got ko “Leşkerên me bi awayekî pir rind Çekdar in û rahênana wan jî baş e, ew leşkerên parastina aştiyê ne û rêxistîn e”
Serokê Fîlîpînî Bînînyo Ekîno tekez kir ko rewş di navbera leşkeran û Aniya Elnesra tevlihev e, dîsa got “Lê gerek e di dema nuha de em aram bin. Rewş aram xuya dike. ”
Û ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî operasyona girtina 43 serbazan ji hêzên parastina aştiyê yên bi ser neteweyên yekgirtî ve, piştî pevçûnên li nêzî deriyê sînorî yê Qonêtra bi Colana Sûrî ya dagîrkirî re şermezar kir.
Jêder: Elheyat