Rêkxistina Çavdêriya Mafê Mirovan “Hiyûmin Raytis Wotş” daxwaz ji Rêjîma Esed kir ko gihandina alîkariyên xwarin û bijîşkiyê ber bi herêmên dorpêçkirî ve nema asteng bike û ewan neke çekekî fişarê û pabendiyên xwe pêk bîne.
Rêkxitinê li gora gotina berpirsiyarên Encûmena xwecihî û Karmendên hawarhatinê li Dareyya û Dûma guhastin ko sivîl bi sedema kêmbûna xwarin û dermanan û her wiha ji belengaziya zêde zehmetiyê dikêşînin.
Rêkxistinê bal kêşand ser raporta Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî ya berî çend rojan ji Encûmena Ewlekariyê tê de diyar kir ko rêjîma Esed nahêle Alîkarî bigihê 6 herêman ji 18 herêmên dorpêçkirî ji gava peymana aramiyê di 26ê sibata buhirî de dest pê kiriye
Hiyûmin Raytis got hêzên Rêjîmê nehiştin ko alîkarî bigihê Xûta Rojhilat, çi Heresta, Erbîn, Zemleka, Zibêdîn û Dareyya, û ew bandorê li jiyana bêtir ji 250 hezarsivîlî dike.
Hêzên Rêjîmê û hem milîtanên Hizbullah ya tirorist û Pasvanên şoreşger yên Îranî bajarokê Dareyya – 8 kîlomitir başûrê rojavayê Şamê ye- ji sala 2012an ve dorpêç kirine.
ev yek jî nuha bandorê li jiyana 8300 sivîlî dike.
Çalakvan dibêjin cara sawî ko rêjîmê hişt ko alîkarî derbasî Dareyya bibin di Tişrîna yekem sala 2012an berî ko Rêjîm ewê dorpêç bike.
Li gora endamê Encûmena xwecihî li Dareyya Mihemed Şihadê got ko dorpêçê bajar ji avê, kehrebê û xwarin pir hindik e
û piraniya xelkê sebanix, beqûl û keskayî li baxçê mala xwe çandine da ji birçîna nemirin.
Şehadê got rewşa bijîşkî roj bi roj xerabtir dibe û niştecih çend caran mecbûr bûne ko dermanê dembuhirî bikar anîne.
Her wiha hêzên rêjîmê bajarokê Dûma ji heyva çêreya pêşî ,sala 2013an, dorpêç kirine, nahêlin çi karwanên alîkariyê ji wê hingê ve derbas bibin.
Çalakvanê xwecihî Fîras Ebdullah got ko niştecihên xwecih li kolanan parsê dikin da navgîniyekê ji bo mayîna li jiyanê bidest bixinû dilsarî li bajarok pir çê bûye”çimkî me hêvî ko cîhan bi me re biraweste winda kiriye, bi taybetî dema hinek herêmên din li Sûriyê alîkarî gihişt wan û yê me negiha me”
Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî anî ziman ko Netewên Yekbûyî alîkarî ji 150 hezar kesî re li 10 herîman ji 18 pêşkêş kiriye û ji bo dehên hezaran yên li herêmên ko gihaştia wan pir aloze di sibat û destpêka Adara 2016an gihandiye.
Jêder: Alcezîrê