Xelîl Mistefa endamê Xwecihiya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurdî, ji malpera me re ragihan ku buhabûna nirxê pêdiviyên bingehîn yên jiyanê, rewşa xelkên Kobanê gellekî dijwar kirye, nemaze piştî buhabûna nirxê Lîreya Sûrî hember diravên biyanî.
Mistefa tekez kir ku girtina deriyê sînorî yê Mirşid Pinar li ber derbasbûna pêdiviyên rojane, bandoreke nerênî li jiyana welatiyan kiriye.
Mistefa rêveberiya xweser ya Partiya Yekîtiya Demuqrat (PYD) li Kobanê rexne kir û got:”ew rê nadin rêxistinên sivîl ku rola xwe di hindirê bajêr de bibînin û alîkariya xelkê bikin”
Her wiha Mistefa diyar kir ku ji ber buhabûnê, welatî nikarin pêdiviyên xwe bikirin .Û gelelk kes jî dixwazin derbasî Tirkiyê bibin lê dergeh girtiye.
Jêder: Hevbendî