Saziya Netewên Yekbûyî ya Dayîktî û Zaroktiyê UNICEF, hişyarî da ku 6 melyon zarokên Sûrî êşên berdewamiya kêşeya mirovahî jiber yek ji cengên herî hovane di dîrokê de dikşînin.
Û Saziyê di daxwiyaniya xwe de duh sêşemê tekez kir ku her 10 katijmêran yek ji zarokên Sûriyê jiber tundiyê tê kuştin, û bal kişand ku cengê hêştiye bêtir ji 2.5 milyon zarokên Sûrî ji bo aramiyê berve dewletên derdora Sûriyê birevin.
Û daxwiyaniya UNICEF got ku Sûrî ne tenê hejmar in, dengên wan û nerînên wan hene, divê li wan were guhdarkirin.
Û daxwiyaniya Saziyê diyar kir ku 2.8 milyon zarokên Sûrî narin dibistanan, û daxwiyaniyê anî ziman ku ew zarok tiştekî ji bilî cengê û derbideriyê nizanin.
Ev daxwiyaniya UNICEFê di dema civîna Dewltetên Bexşîna Alîkariyê jibo Gelê Sûriyê de hat, jiber ku sazî hewcedarî 575 milyon dolar e, ji bo pirograma wê di hundir Sûriyê û dewletên derdorî wê de, di nav de 241.2 milyon dolarê Emrêkî jibo pirograma fêrkirinê ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî