Amerîka dixwaze helwestên riq û bihêz ji Rûsya bibîne derbarê encamên ku ji civîna “Grûpa Navdewletî Bo Piştevaniya Sûriyê” li Miyûnixê, derketine der barê rawestandina topbaranê û piştevaniya Esed, û hiştina gihandina alîkariyan bo bajarên dorpêçkirî li Sûriyê.
Mark Toner Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê di kongreyekî rojnamevanî de ku Doh, Înê li Waşintonê lidarketibû got:” Em bi hewceyî dîtina bidawîanîna bombebaranê li Sûriyê û bidawîhatina piştevaniya Esed in, bi rastî ew sedema tekane ye ji alozkirina rewşê re li ser zemînê”, mebest (Piştevaniya Rûsya ji rêjîma Esed re).
Toner tekez kir ku rawestandina şer di navbera aliyên li Sûriyê de bi “awayekî demkî” ye, û destnîşan kir ku pêwîste delîveyek bighê” Hêza erkdar bo agirbestê” ya ku Amerîka û Rûsya serkêşiya wê dikin ji bo cîbicîkirina rawestandina şer û pevçûnan.
Û daxuyaniyek ku ji Wezareta Derve ya Amerîka roja Înê derketibû têde hat ragihandin ku Grûpa Navdewletî bo Piştevaniya Sûriyê biryara gihandina alîkariyên mirovahî bo deverên dorpêçkirî li Sûriyê di heyma vê heftiyê de stendiye, herwiha rawestandina şer li tevahiya Sûriyê, ew jî di heyama heftiyekê de.
Daxuyaniyê destnîşan kir ku grûpê “Tîmek bo agirbestê”ava kiriye, di çarçoveya rawestandina pevçûnan de, bi serpereştiya Neteweyên Yekgirtî û rêveberiyeke hevbeş ji aliyê Amerîka û Rûsya ve, û lêzêde kir ku” Piştî erêkirina rêjîma Esed û Dijberiyê, dê dest bi cîbicîkirina agirbestê di heyama heftiyekê de bê kirin, û dê ew tîm di vê demê de li ser pêşxistina mêkanzîmên agirbestê kar bike”.