Amerîka, duhî roja çarşemê, li ser zarê nûnerê taybetî yê Amerîka ji bo Sûriyê, James Jeffrey, piştrast kir ku êrîşa niha li parêzgeha Idlibê “ne tenê metirsiyeke ji bo aştiyê li Sûriyê, lê di heman demê de dibe gef li ser tevaya herêmê”.
Jeffrey di daxuyaniyekê de yekser piştî bidawîhatina civîna şêwirdarîyên girtî ya Konseya Ewlekariya NY li ser Sûriyê, got: ku Washington di wê civînê de daxwaza pêwîstiya “agirbesteke bilez li Idlibê kir, ji ber gefa vê yekê li ser aştiyê, ne tenê li Sûriyê, di heman demê de li seraserî herêmê jî”.
Nûnerê Amerîkî bal kişand ku wî di civînê de behsa “dîmenê metirsîdar yê li Idlibê” kir û got: “Me got divê ku êrîşa li ser sivîlan zû raweste… û me di hemû peyvendiyên xwe de çi yên ligel konseya ewlekariyê yan jî peyvendiyên derve herdem piştgiriya agirbestê kiriye”.
Herwiha balyozê hertimî yê Amerîkayê li Konseya Ewlekariyê, Jonathan Cohen, duhî di civînê de daxwaza cîbicîkirina peymana Idlibê bi temamî ji rejîma Esed û Rûsyayê kir, û daxwaza pabendbûnê bi agirbest û rêkeftinnameya kêmkirina êrîşan bi carekî kir.
Wî got ku Amerîka û hevalbendên xwe, niha ji nêzîk ve rewşa li bakurê rojava Sûriyeyê dişopînin, û dê bilez û bi rêkupêk bersiva her êrîşeke kîmyayî ya rejîma Esed bidin.
Balyoz daxwaza “darizandina hêz û fermandar û plandanerên weke van êrîşan kir”, û xemginiya xwe xuya kir li hember berdewamiya êrîşên hewayî li ser karmend û navendên tendurustiyê yên li bakurê rojavayê Sûriyê.
Û bang li rejîma Beşar Esed kir ku rê bide karwanên mirovî ji bo derbas bibin li nav kampa Alrikban, û bal kişand li ser berpirsiyariya rejîmê û Rûsya li ser dorpêçkirina kampê, û tekez kir ku rejîm stratejiya ” xweradestkirin yan jî birçîbûnê” li dijî xelkê kampê bikar tîne, wek ya hatibû pêkanîn li dijî taxên rojhilatê Helebê û Xûta û Madaya û Ma’demiyê.
Herwiha hevkara sekreterê giştî ya Karubarên mirovî û cîgira kordînatorê awarte ya karubarên mirovî, Ursula Mueller, pêr hişyarî dabû ku êrîşên leşkerî ji aliyê rejîmê û hevalbendên wê dê astengiyan bêxe li pêşiya bizavên hawarhatin û alîkariya awarte ya kesên derbidir û dorpêçkirî, û diyar kiribû ku ew dê alîkariyên mirovî bêne rawestandin di dema êrîşên leşkerî xurtir bibin.
Tê zanîn, ku ji aliyê hêzên rejîma Esed bi piştgiriya balafirên Rûsyayê, kampanyeke leşkerî ya tund dest pê kiriye li gundewarên parêzgehên Idlib, Hema, Heleb û Laziqiyê, her ji dawiya meha nîsana borî ve û heta niha, û di encamê de 568 welatiyên sivîl, di nav de 162 zarok hatine kuştin, zêdebarî derbiderbûna derdora nîv mîlyon kesî li gorî raporta dawî ya tîma kordînatorên bersivdanê.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî