Nûnera herdemî ya Netewên Yekbûyî Samanta Bawir bi tundî bombebarana Rêjîma Esed ya li ser sivîlan û cih û warên wan bi bermîlên teqîner ko li hemû derverên Sûriyê pêk tîne pirotesto kir.
Bawir diyar kir ko ji hefteya yekê ji meha Tîrmehê rêjîma Esed bêtir ji 2000 Bermîlên teqîner li seraserî Sûriyê berdane. Bi teybetî li Dareya û Zebedanî li Gundewarê Şamê, destnîşan kir ko Bermîlan bi sedan xelk kuştine û dibistan, mizgeft, bazar, nexweşxane û ambolens li her derên Sûriyê wêran kirine.
Herwiha diyar kir ko Rêjîmê di vê hefteyê de bazara sebze li Idlib bombebaran kir, di encamê de çendîn qurbanî çûn û bi dehan kêmendam kirin, ji nav wan jî jin û zarok hebûn. Tekez kir ko Rêjîma Esed bêtir êdî bermîlên teqîner bikaranîneke kînok wekû alavek tiroristî li dijî Sivîlên Sûriyê bikar tîne û ev bikaranîn hemû ji jêderên serbixwe belegehkirî ne.
Balyoza li bal Netewên Yekbûyî bal kêşand ser ko wêneyine pir diltezên di meha buhurî de ji zarokine mirî re, kelaxine jêhevketî, dibistanên wêrankirî û dikanên bazirganiyê hatine belav kirin. Bêtir got ko tawankar Beşar Elesed hêj berdewam li dezgehên ragihandinê û li miletê Sûriyê derewan dike. Û dibêje ez nizanim ko hêzên min ev çek bikar anîne, xuya dike ko ew bûye bijartina wan.
Bawir got ko dem hatiye civaka navdewletî digel hev kar bikin da sînorekî ji bikaranîna bermîlên teqîner û hemû coreyên êrîşan re yên li dijî sivîlan li Sûriyê birawestînin.
Berdevkê Fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û hevrikiya Sûriyê Salim Elmislit kuştarên Esed yên peyapey li Bakur û Başûrê welat pêk tîne pirotesto kirin. Elmislit bal kêşand ser tawankariyên ko Esed evê dawiyê kirine ji civaka navdewletî û heçên ko piştgiriya evî Tiroristî dikin namake xuyanî ye, ko nemumkine ew şirîkê aştiyê be û ji bil rekehekê ko tê de weke tawankarê cengî siza bibe çi tişt guncayî wî nîn e.
Elmislit got biwara tawankarî û ya berdewam ko Rêjîma Esed dike, li ser civaka Navdewletî feriz dike ko parastina Sivîlan bi hemû awayan bike. Di serî de Herêma aram dabîn bike.
Jêder: Acans+Hevbendî