Netewên Yekgirtî şehîdketina bi sedan kes ji nav wan jin û zarok û birîndarbûna bêtir ji hezarên din ragihand, bi sedema êrîşa leşkerî ya ko rêjîma Esed û hevalbendên wê li Xûta rojhelat li gundewarê Şamê di çar rojên borî de pêk anîye, di heman çaxa ku Encûmena ewlekariyê dengdana li ser pirojeyê biryara agirbesta ku wê 30 rojî dirêj bike heta êvara îro şemiyê bidûr xistiye.
Bajar û bajarokên Xûta rojhelat ji çend mehan ve ketine ber bombebaranake asmanî û bejayî ya tund de ji hêla rêjîmê û milîtanên Îranî bi piştgiriya firokên Rûsî, tev ko ew di nav herêmên kêmkirina şerî de ne li gora gotûbêjên Astane yên 2017ê.
Di kongirekî rojnamevanî de li Niyûyorkê duh înê berdevkê emîndarê giştî yê rêkxistina navdewletî Stîvan Dogrîk got: ‘’bi sedema bombebarana asmanî li ser Xûta rojhelat nêzîkî 400 kesî hatiye kuştin û bêtir ji hezar kesên din birîndar bûne.‘’
Dogrîk bêtir got: ‘’24 êrîşan nexweşxane û bargehên tendiristî(16 nexweşxane û 8 navendên tendiristî) li herêmê di vê hefteyê tenê de armanc kirine, û bi dehhezaran xelk ji xizmetan bêpar kirine û bûn sedem ko du karmendên bijîşkî bên kuştin. ‘’
Û weha berdewam kir: ‘’raportan gotine ko firneyên taybet yên bajarê Misraba li Xûta rojhelat yên dora 40hezar kîs nan rojane dabîn dikirin ziyan gihaye wan ji ber êrîşên asmanî, û tê gotin ku hêjî nan heye lê buhayê wî 25caran li berê zêde bûye. ‘’
Serokatiya Encûmena navdewletî duh înê daxwazek bo endamên Encûmenê rêkir, ji bo dengdanê li ser pirojeyê biryara Kiwêt û Siwêdê bikin, ew pirojeyê daxwaza rahgehandina agirbestekê ta mehekê dike, ji bo alîkariyên mirovî derbas bibin û dora 700 kesî bo çareseriyê ji Xûta derkevin.
Û rûniştina dengdanê gelek caran bidûr ket ji pêncşemê de tevlî danûstandina di navbera dewletên Encûmenê de bêyî ku bigihên tu biryarê.
Gerek dengdan li ser pirojeyê biryarê îro şemiyê çêbibe, balyozê Siwêdê di Netewên Yekgirtî de Olofskog ji rojnamevanan re piştî civîneke girtî ya Encûmenê got: “ me nikarîbû nerînan bi tekûzî nêzî hev bikin” û got “emê îşev kar berdewam bikin bi hêviya ko em tekez sibe bên ji bo dengdanê pêk bînin’’ .
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî