Ferensa tekez kir ku belge di destê wê de hene li ser bikaranîa çekên kêmyayî di 4’ê nîsanê de li dijî sivîlên Xan Şîxon ji aliyê rijêma Esed ve .
Wezîrê derve yê Ferensa, Can Mark Ayrolt, duhî roja çarşemê got ku wê ji aliyê hewalgeriya Ferensa belge bên pêşkêşkirin li ser bikaranîna çekên kêmyayî ji aliyê Rijêmê ve li dijî bajarokê “Xan şîxon“.
Ayrolt di pirogrameke telefizonî de ji aliyê kenala perlamentoya Ferensa li ser “CB” hat weşandin û têde got ku: ” belge li rex me hene li ser bikaranîna çekên Kêmyayî bi destê Rijêmê“.
Û got ku “emê di çend rojên bê de belgeyan li ser ku Rijêm li pişt wan êrîşan radiweste pêşkêş bikin”, û diyar kir ku “hewalageriya giştî û serbazî lêkolînan dikin“.
Hêjayî gotinê ye ku di 4’ê nîsanê de, zêdetir ji 100 sivîlan hatin kuştin, û zêdetir ji 500 kesî birîndar bûn, di êrîşeke hêzên Rijêmê li ser bajarokê “Xan şîxûn” de .
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat