Belgefilemeke Sûrî yê ku çîroka du xortên hevalên hev ku ji herêmên di bin kontrola rejîmê reviyane yê li jêr navê “hêj tomar dike” di hefteyekê de du xelat li festîvala Bunduqiyê ya sînemayê li Îtalyayê wergirtine. Festîvala ku Şemiyê êvarî 08.09.2018ê bidawî bû .
Film ji amadekirina herdu derhêneran Xeys Eyûb û Seîd El-Betel e, çîroka du xwendekarên hunerê ye, dev ji Şamê berdane û çûne bajarê Dûma yê li derveyî kontrola rejîmê, da êzgehekê û stodyoyeke tomarkirinê vekin.
Derhêner Seîd El-Betel ji dezgehên ragehandinê re got “Me dest bi vî karî kir bi sedema nebûna çi karê rojnamevanî yê bi bandor li Sûriyê, çimkî derbasbûna Sûriyê ji rojnamevanan re qedexe ye, û eger derfet da wan divê di bin çavdêriya rejîmê bin.
Û amaje kir ku ew belgefilim palê dide ser 500 demjimêran ji madeyên tomarkirî, û giring bû tişta çê bûye belgeh bike, tevî kêmbûna zanyariyên rojnamevanî yên ku ji Sûriyê tên.
Û lê zêde kir û got:” Huner ti wateya wê nîne heger ne berxwedan be, çi şoreş hebe an nebe, ew berxwedan e di riwê hejmara mezin a hestên di nava me de “, û El-Betel ev yek jî anî ziman:” Em bi hewceyî derxistina hestan in, û di rêya hunerê re wan hestan derbibirin, ku huner dikare vê yekê pêk bîne”
Tê zanîn ku Festîvala Bundiqiye ya sînamayê ji kevintirîn festîvalên cîhanê ye, Giuseppe Volpi di sala 1932an de damezirandiye, û ew beşek ji Bînalî ya Bunduqiye ye(Dezgeheke Huneran ya Îtalî) û pêşangeheke mezin ya hunera nû ye, û xelata “Şêrê Zêrîn” ji bo baştirîn film dibexşîne, herwiha “Cama Folbî” dide baştirîn ekter.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiyê tekezî li ser girngiya belgehkirina tawanên rejîma Esed û bibîranîna cîhanê bi wan kir, û destnîşan kir ku ev filim giringiya wan ji bandora wan li ser raya giştî ya rojava tê, ji bo eşkerekirina siyaseta dewletên ku heta niha miletê xwe dixapînin derbarê tişta ku derheqê welatiyên Sûriyê yên sivîl ji aliyê rejîma Esed pêktên.
Berya niha jî belgefilemekî din ê bi navê “Qêrînin ji Sûriyê” di sala derbasbûyî de kandîd bû, da xelata “Êmî” werbigre, ku baştirîn xelat e li ser asta bernameyên telivizyonî yên cîhanî, û filim derbarê Şoreşa Sûriyê û tawankariyên rejîma Esed yên derheqê sivîlan bû, bi taybet dijî jin û zarokan, ku wî filimî hin wêneyên tirsnak ên termên zilam û jin û zarokên ku rastî hemû cûrên îşkencê hatibûn pêşkêkêş dikirin.
Jêder: Ragihandina Hevbedniya Niştîmaniya Sûriyê/ Hin ajans