Serokê komîta dûvçûna rastiyan li Sûriyê Pawlo Bînîro duhî roja înê di kongirekî rojnamevanî de yekser piştî civîneke girtî ya encûmena asayîşa navdewletî, hişyarî li ser çêbûna “bobilateke nêzîk” li Idlibê da.
Bînîro ji rojnamevanan re got ku “hestek li rex me peyda dibe ku niha Idlib ber bi bobelatekê ve diçe, û dîmenên filmê wê bobelatê bi şêweyekî hêdî-hêdî di ber cave me re derbas dibin “.
Bînîro balkişand ku “Rijêma Esed û milîsên alîgirên wê di heyvên bûrî de rabûn bi bombebarankirina xwendingeh û nexweşxane û bazar û stasyonên avê, tevî bikaranîna gaza kilorê bi destê hêzên Rijêmê li rojhilatê Helebê li seraserî sala 2016 an“.
Herwiha Bînîro zanyariyên fermî dan encûmena asayîşa navdewletî li ser kêmyabarankirina Xanşîxon li roja 4’ê heyva nîsanê, ku rastî çend êrîşên esmanî hatibû, ligor raportên rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî, û bû sedema kuştina nêzîkî 100 kesî ku 20 ji wan zarok bûn.
Bînîro got ku “êrîşên esmanî li ser Xanşîxon hevdem ligel avêtina heybereke kêmyayî yê hevşêweyê gaza sarîn bûn, û herwiha behsa êrîşên esmanî yên din kir , yên di heman rojê de li ser navendeka pizîşkî ku qurbaniyên heman êrîşê têde dihatin çareserkirin, û got ku komîta lêkolînê “vekolîneke hûrbîn li ser wan dîmanan dike, yên ligor axaftina wî “gelek in” “.
Bînîro tekez kir û got ku “lêkolînên me berdewam in tevî ku me nikarî bigehêjin Xanşîxon, û got ku em ligel şahidhal û kesukarên qurbaniyan axivîne, û niha em belgeyan kom dikin, û hevkariyek ligel çend dezgehên hewalgeriyê yên hin dewletan heye “.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat