Balyozê Birêtaniya li NY, Masiyo Raykroft, got ku gihandina alîkariyên mirovî bo xelkê Sûriyê , ji wan re tê wateya jiyan û mirinê , û bal kişand ser ku nûkirina biryara encûmena ewlehiya navdewletî ya “2165” ya derbarê gihandina alîkariyan, wê “hin hêviyên piçûk” li rex wan peyda dike.
Û encûmena ewlehiya navdewletî li roja sêşemê, biryara derbaskirina alîkariyan bo xelkê Sûriyê yên dorpêçkirî, bi palpiştiya 12 dewletan û qebûlnekirina Rûsiya û Çîn û Bolîfiya, bo heyamê salekê bitenê dirêj kir.
Duhî, û li gor malpera wezareta derve ya Birêtaniya ku “Rêkroft” di civîna encûmena ewlehiya navdewletî û li dema nûkirina biryara 2165 ya ku tekeziyê li ser giringiya derbaskirina alîkariyan bo xelkê Sûriyê yên dorpêçkirî dike, û got ku biryar ” berdewamiya gihandina alîkariyan bo çend milyon xelk yên li ser alîkariyan dijîn bi xwe ve digire “, û herwiha hêzên Rijêmê bi rêgirtina gihandina alîkariyan bo zêdetir ji 420.000 kesê dorpêçkirî re li deh navçeyên Xûta rojhilata Şamê tometbar kir.
Balyozê Birêtaniy got ku her ji nîvê tîrmeha 2014’an ve, ku du milyon mirovên din li pêwîstdarên alîkariyan zêde bûne, û 2.3 milyon mirov ji wê demê ve ji Sûriyê koçber bûne û bêhejmar jiyana xwe jidest dane û hêjî pêwîstiya 13 milyon mirovî bi alîkariyan heye”.
” Raykroft ” piştgiriya xwe nîşan da ji bo beşdar bibe di kampaniya piştgiriya cîhanî de, ya ligel zarokê binav “Kerîm” yê çavekî wî hate der û kuloxê wî şikestiye ji encama topbarankirina Xûta rojhilat ji aliyê topxaneya giran ya hêzên Rijêmê
Û li roja pêncşemê, hikûmeta Birêtaniya daxwaza derbaskirina alîkariyên mirovî ya bilez û bêkosp û rêgirî bo sercem bajar û bajarokên Xûta rojhilata Şama ya ji aliyê hêzên Rijêmê dorpêçkirî re kir.
Herwiha ku NY ji bo pêşkêşkirina çavdêrî û çareseriya pizîşkî ya pêwîst, dubare daxwaza raguhestina 500 sivîlên nesax ji Xûta rojhilat ya dorpêçkirî kir, û hêjayê gotinê ye ku rêxistina NY ya bo zarokîniyê “UNICEF” di demeke pêştir de mirina pênc zarokên Xûta rojhilat bi sedema tinebûna çavdêriya pizîşkî ragihandibû.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat