Wezîrê derve yê Tirkiyê “Mewlûd Cawîş Oxlo” tekezî li ser giringiya bihêzkirina rola Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê kir, ya hemû pêkhateyên gelê Sûriyê yên netewî û olî bi xwe ve digire, û Oxlo di civînekê de ligel konsilên komara Tirkiyê yên li Elmaniya û di bersivekê de li ser pirsa peymanêrê telviziyona fermî ya Tirkiyê “TRT” bal kişand ku danpêdan ji aliyê 114 dewletên di Encûmena Ewlekariyê de bi Hevbendiyê hatiye kirin.
Oxlo amaje kir ku Hevbendiyê bi rêka helwest û boçûnên xwe yên di kongirê Jinêv de diyar kir ku ew dibe elternativê herî bihêz di Sûriya de, û bal kişand ku nabe hîç aliyek bête dûrxistin di Sûriya paşerojê de, û pêwistiya Sûriyê bi hikûmeteka yekgirtina niştimanî heye ligor destûreka nû û avakirina dewleta yasayê û helbijartinên demokratîk.
Herwiha wezîrê derve yê Tirkiyê da xuyakirin ku wan di hemû gotubêjên xwe de tekezî li ser pêwistiya pêşkêşkirina piştgiriyê ji Hevbendiya Niştimanî re kiriye, lewra di heman çarçoveyê de serdana Serokê Hevbendiyê Xalid Xoca bo Amerîka û çavpêketina wî ligel wezîrê derve Con Kêrî giring dibînin.
Cawîş Oxlo diyar kir ku hemû alî hevkokin li ser çûna Beşar Esed, û gotubêjên niha dibin tenê li ser çawaniya çûna wî ne, û herwiha li ser kî dê şûna wî bigire, û herwiha li ser avakirina Navçeyek tenah di Sûriyê de diyar kir ku hin lênêrînên cuda hene û hêjî aliyên pêwendîdar negehiştine biryareke guncayî li ser vê mijarê.
Jêder:Hevbendî