Serokê Partiya Hêzên Libinanê Semîr Ce’ce’h got ku hizbulah biryaran bi serê xwe distîne û dema şer destnîşan dike bê ku li hikûmetê yan li fermandariya artêşê vegere, herwiha ku beşekî mezin ji hêzên siyasî dubare daxwaza giringiya lihevkirinekê dikin li ser stratîjiyeka bergiriyê têde rola hizbulah bête destnîşankirin û çekên xwe têxe li jêr fermana dewletê û saziyên wê.
Li aliyek din, fermandarê xaneneşîn û rawêjkarê Partiya Hêzên Libinanê ,Wehba Qatîşa, cext kir ku heger hizibulah pabend nebe bi piransîpên berjewendiya niştimanî, wê Libnan ji bindestiya wê rizgar nebe.
Hevdem Qatîşa ne bawer e ku Hizibulah li ser mêza hevpeyvînê danîşe ji bo gengeşekirina stratîjiyekê bo bergiriyê û çarenivîsa çekên xwe, û bal kişand ku şerê hizibulah hevşêweyê heman şêwazê şerên milîsan li cîhanê ye, û got “bêgoman ku artêşa Libnanê ji wê baştir şer dike, tevlî ku çekên wê nûtir û pêşketîtir be“.
Hêjaye gotinê ku pêr li roja çarşemê komîta yasayî ya Hevbendiya Niştimaniya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê yadnameyek pirotistokirinê derbarê êrîşên Hizibulaha Libnanî li ser navçeya Qelmûn ya Sûrî û Ersala Libnanê ji Entinyo Gotrîs sikirtêrê giştî yê NY û ji sikirtêrê komkara Erebî Ehmed Ebû Elxeys û ji nûnerên hemîşe yên encûmena asayîşa navdewletî re şandibû.
Hevbendiyê di Di pirotistokirinê de daxwaz ji NY kiribû ji bo xistina fişaran li ser hikûmeta Libnanê ji bo çakkirina rewşa penaberên Sûrî û parastina wan ji zêdegavî û tawanên berdewam yên milîsên hizibulah li dijî penaberan û herwiha daxwaza dirustkirina komîteyek serbixwe bi çavdêriya NY kiribû ji bo eşkerkirina nehîniyên van tawanan, û gerantîkirina serbestberdan û parastina penaberan bi awayekî bilez kiribû.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî – Elşerq Elewset