Welîd Cenbilat Perlemanter û serokê Eniya Têkoşîna Niştimanî di hevdîtina xwe de bi wezîrê karê derve yê Rûsî Mîxaîl Boxdanof re tekez kir ” derfeta çareseriyê li Sûrî nîne ku Esed li cihê xwe be”.herwha Cenbilat got ” Eger şer bi vî awayî berdewam kir metirsiyek rasteqîne li ser paşeroja Sûrî wek dewletek hevgirtî heye” û weha jî got ” Her kesê ku dibêje ez dizanim çi li Sûrî dibe şaş e, û nizane wê çi bibe, dijheviyek navdewletî û herêmî li ser Sûrî heye”.
Hevebendiya Niştimanî Sûrî di daxuyaniyek xwe de destnîşan kiribû ku” Çi tevgerek navnetewî hebe divê gerantiya mafê milletê Sûrî yê çarenûsî û avakirina rêjîma wî ya siyasî li ser bengihên dimuqratî tê de hebe, û parastina yekîtiya Sûrî,û derketina dijî destwerdanên biyanî, bi taybet destwerdana rejîma Iranê ya leşkerî, siyasî, û ewlekarî “. û Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de dît ku” çi operasyona siyasî hebe, divê li gor biryarên Encumena Ewlekariyê yên têkildar be, û ji wan biryarên 2118, 2165, 2170, û tiştên di piransîbên Cinêv1 de derbas bûn, û bendên taybet bi avakirina Desteya Fermanrewayî Ya Veguhêz, bi deshilatek tekûz, û sizakirina berpirsên tawanên cengê û yên li dijî mirovahiyê”.
Daxuyanî wiha bidawî anî :” Hevbendiya Niştimanî wek nûnerê rewa ji milletê Sûrî re, bi rengekî pozîtîv danûstandinê dike bi her karên tên kirin ji bo alîkariya miletê me û parastina wî ji rêjîma zordar, û tekez dike ku ew aliyê tekane ye bo şopandina hemû têkilî û pêrabûnan bi aliyê navnetewî re, yê ku divê nehêle yekrêzî têk here û rêjîm bi ser bikeve, û pirbûna metirsiyan ji ajotina Sûryayê ber bi jihevketin û parçebûnê ya ku wê ziyanê bighîne aramî û ewlekariya deverê “.
Jêder: Hevbendî – Monîtor.