Serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Dawid Oglo got ku “qonaxa bê wê ji bo diyarkirina rastgoya Rûsya û rêjîma Esed be der barê agirbestê”.
û Oglo yekser Rûsiya û Îran û rêjîma Esed tawanbar kirin bi ” nepabendbûna bi biryarên gotubêjên aştiyê, yên berî niha der barê rawestandina tundutîjiyê li Sûriyê”.
Di hevdîtinekê de digel kenala Alcezîra ya Engilêzî , Oglo got ku “rêjîm û hevalbendên xwe berpirsyar in di ber cêbicêkirina rêkeftina vê dawiyê de, û heger man berdewam li ser heman helwesta xwe, anku aliyek pabend be û yê din berdewam be di bombebarankirinê de, rêkeftin di wê demê de biser nakeve, û wê ev yek ezmûn be ji wan re”.
Ji aliyê xwe ve rêkxerê giştî yê desteya bilind ya gotubêjan Riyad Hicab, pêşbînî kir ku derfetên pêgiriya rêjîmê û hevalbendên wê bi rawestandina karên dijminkarî gelekî kêmin, ji ber ku ew dizanin ku mana Bişar Esed, girêdayî ye bi berdewamiya oparisyonên serkutkirin û kuştin û koçbarkirina neçarî ve , lewra ewê bi hemû hêza xwe hewl bidin ku piroseya siyasî têk bibin, da ji erkên xwe yên pêkanîna rêkeftinê birevin.
Li ser pirsekê derbarê reşnivîsa têgihiştina Amerîka -Rûsiya Hicab got: “helwesta me xuya ye…em bi rola xwe dirabin ligor rêkeftina girûpa navdewletî ya ji bona piştgiriya Sûriyê ya Miyonixê, û em li gor riya pêkhateyên desteyê ji bo me destnîşan kiriye kar dikin, em niha di gotubêjkirin û rawêjkariyê de ne digel dostên xwe, û paş re emê bi awayekî fermî bersivê bidin”.
Hicab dîsa got: ” em ji aliyê xwe ve pabend in bi biserxistina bizavên navdewletî yên ji dil kar dikin ji bona rawestandina xwînrijandina li Sûriyan, û civandina hemû aliyan li dor mêza diyalogê, di dema ku em dikarin bi rêjîmê re bi zimanê ew tê dighêje biaxivên “.
Ev yek hat di miyanê civîna desteya bilind a danustandinan de li Riyadê, di civînek awarte de, ji bona gengeşekirina karînên gihiştina rêkeftina agirbesteke demkî ,da hêzên alîgir û hevalbendên rêjîmê karên dijminkarî yên dijî gelê Sûriyê rawestînin.
Piştî ku Hicab encamên gotubêjên xwe digel hêzên opozisyonê li ser hemû eniyan diyar kirin, nerînên hêzên opozisyonê bûn yek derbarê bizavên navdewletî û rêkeftina agirbestê ku li jêr çavdêriyek navdewketî be û gerantiyên navdewletî jê re hebin, ji bo Rûsiya û Îran û mîlîşên wan pabend bin bi agirbestê, û bi awayekî hevşan hemû alî di heman demê de bombebarankirina topxaneyan û ya asmanî li dijî sivîlan rawestînin.
Jêder: Hevbendî+ Wekalat