Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawid Oxlo giringî da herêma aram li Sûriyê da ku Sûriyan ji zordariya Rêjîmê biparêze, û hem jî qeyrana Penaberan li ser dewletên ko penaberan dihêwirînin sivik bibe. Dawid Oxlo tekez kir ko tu kes nikare birêveberiya evê herêmê bike ji bil artêşa azad, ji ber Tirkiya naxwaze ko Daiş û Rêjîma Esed li ser sînorê wê bin.
Serokwezîrê Tirkiyê diyar kir ko Tirkiya dikare sê bajarên mezin li evê herêmê ava bike, ne kamp belê malên ko berê çêkirî ne wek gava erdhej li Tirkiyê çêbû wisa kir. Hersê herêm di piyasa 100 km di navbera Mar’ih û Cerabilis û her bajarekî 100 hezar Sûrî bihewîne û piştgiriya darayî ji Ewropa be û Tirkiya cîbicîkirinê bike. Bi taybetî ko dewletên Ewropî di qeyrana ko Tirkiya ev çend salin dibîne digihêjin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoce tekez kir ko hebûna Esed hebûna Tiroristiyê ye û dezgehên wî yên Ewlekariyê ew tiroristiyê berhem didin.
Xoce li ser giringiya avakirina Herêmên aram li Bakur û Başûrê welat tekez kir . Çimkî ewê gelê Sûrî ji Bermîlên teqîner yên rêjîma Esed biparêzin. Hem jî wê têgahên birêveberiya sivîl belav bike û wilo dê têkbirina tiroristiyê bêtir bibe..
Xoce dîsa got: Herêma aram anko misogerkirina hêminiyê û bi çêbûna Herêma aram dê Penaber li xaka xwe vegerin û hem jî dê alîkariyên mirovî bêtir bigihên wan.
jêder: Hevbendî+Acans